Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taylandê bo Pêşîgirtina Berfirehbûna Korona Rewşa Awarte Ragihand


Serokwezîrê Taylandê Prayuth Chan-ocha îro Sêşemê di preskonferansekê de got ku jibo pêşîgirtina berfirehbûna vîrus korona li seranser welêt rewşa tengavî hate ragihandin.

Prayuth got ku ewê hûrgilîyên rewşa tengavî di demeke paştir de ji bîragiştî re eşkere bike.

Biryara rewşa awarte dê di 26ê Adarê de destpê bike û heta mehekê berdewam bike.

Ew biryar wê desthilatê bide Prayuth ku tedbîrên mezintir bigire û ger pêdivî be gavên pirtir bavêje ku rê li ber korona bigire.

Biryara rewşa awarte hate girtin piştî ku Taylandê îro 3 mirinên girêdayî vîrusa korona û 106 bûyerên tûşbûna wl vîrusê rahihandin.

Heta niha li Taylandê 4 kes ji korona mirine û bi giştî 827 bûyerên tûşbûna korona hatine tomar kirin.

XS
SM
MD
LG