Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Teqekirina Girseyî li Taylandê Giheşt 37 Kesan


Dîmeneke ji pêş navenda lênêrînê ku 22 zarokan hatine kuştin, bajarokê Uthai Sawan,Tayland, 6 Cotmeh,2022.
Dîmeneke ji pêş navenda lênêrînê ku 22 zarokan hatine kuştin, bajarokê Uthai Sawan,Tayland, 6 Cotmeh,2022.


Karbidestên Taylandê îro Pêncşemê ragihand ku zilamekî bi kêr û çek êrîşî navendeke lênêrîna zarokan kiriye û di encama de herî kêm 22 zarok û 15 mezin bi tevahî 37 kes hatine kuştin.

Berdevikê polîs Paisal Luesomboon dîyar kir ku êrîş li bajarokê Uthai Sawan ku 500 km li bakurê rojhilatê Bangkok pêk hatiye û piranîya zarokan jiber kêrkirinê hatine kuştin.

Paisal Luesomboon nasnameya êrîşkar wek Panya Kamrap yê 34 salî eşkere kir.

Luesomboon ragihand ku êrîşkar Panya Kamrap polîseke berê bû ku sala borî bi sedema karanîna madeyên hişbîr (narkotîk) ji kar hatibû derxistin û ew jiber wê tawanê dihat darizandin.

Wî da zanîn ku êrîşkar Kamrap serê sibê li dadgehê bû û piştre re çû navenda lênêrînê da ku zarokê xwe bigire.

Paisal bi berdewamî anî ziman ku dema ku êrîşkar zarokê xwe li wir nedît, wî dest bi kuştinê kir,

"Wî dest bi gulebaranê kir, qirkirina zarokên li navendeke lênêrînê ya li Utai Sawan kir," Paisal got.

Karbidestê bajarokê Utai Sawan Jidapa Boonsom jî ragihand ku di dema êrîşê de nêzî 30 zarok li navendê bûn, ji her demê kêmtir, jiber ku baranake zêde hebû, gelek kes nehatibûn.

Karbidestan got ku piştre êrîşkar vegerîyaye mala xwe û li wir jin û zarokê xwe kuştiye, berîya ku xwe jî bikuje.

Ev komkujîya îro ket nava yek komkujîyên zarokan ya herî mezin ya dîroka nêz ya cîhanê, ku zarok ji aliyê yek kesekî ve hatine qetilkirin.

Li Norwêcê, Anders Brevik di 2011’an de li kampeke havînê 69 kes kuştin, bi piranî ciwan, lê jimara kuştiyên zarokan di rewşên din de wek 16 zarok li Dunblane ya li Skotlandê di sala 1996 de û 19 zarok li dibistanek li Uvalde, Texas, îsal hatine tomar kirin.

Êrîşên girse yên bi çekan li Taylandê ji welatên mîna Amerîka û Brezîlya pir kêmtir e, lê ji welatên mîna Japonya û Sîngapur ku qanûnên tund yên kontrolkirina çekan hene, zêdetir in.

Meha borî, karmendekî li Koleja Şerê ya Artêşa Taylandê ya li Bangkokê êrîşêke bi çekan pêk anî û du kes kuştin û yek jî birîndar kir, berîya ku ew were girtin.

XS
SM
MD
LG