Taylandê ragihand ku hezên ewlekarîya welêt li bendergaha Bangokê dest danîne ser zêdetirî 193 kîlo amfetamîn ya madeya narkotîk.
Taykandê dîyar kir ku madeya amphetamine ber bi Australyayê diçû.
Karbidestên Taylandê dan zanîn ku madeya narkotîk ku di torbeyên ku giranîya her yekê zêdetirî 10 kîloyî bûne di 15 çenteyan de hatine veşartin.
Wan ragihand ku karmendên gumrika welat jiber ku ew barê amfetamînê pir zêde bûye, bi guman ketine loma kontrol kirine.
Nirxê wê madeya narkotîkê ya li kolanan nêzî 30 mîlyon dolar e.
Herwiha karbidestan pirtir hûrgilî dîyar nekir lê got ku karbidestên Taylandê û yên Austuralya di lêpirsînê de bi hevre dixebitin.