Hikûmeta Taylandî îro Pêncşemê ragihand ku ti tûşbûn û mirinên nû yên ji koronayê nehatine tomar kirin û hejmara mirinên giştî wek 3,125 û mirinên piştrastkirî jî wek 58 mane.
Karbidestên Taylandî ragihand ku cara yekê ya di nav sê hefteyên dawî de ye ku bûyerên nû yên pêketina koronayê nehatine ragihandin.
Karbidest didine zanîn ku hemî bûyerên dawî yên pêketinê di nav Taylandîyên ku ji dervayê welêt vegerîne hatine dîtin û ew kes niha di bin karantînayê de ne.
Panprapa Yongtrakul, berdevka Navenda Rêvebirîya COVID-19 ya hikûmetê ragihand ku 2,987 nexweşên COVID-19 qenc bûne.