Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Taylandî Daxwaza Reform Û Berdana Rêberên Girtî Dikin


Dîmeneke ji protestoyên li Bangkok (Arşîv)
Dîmeneke ji protestoyên li Bangkok (Arşîv)

Li Bangkok paytexta Tayland îro Çarşemê bi hezaran xwepêşander daketin kolanan û daxwaza reformên ser monarşîyê û serbestberdana rêberên girtî kirin.

Xwepêşandana îro li kolanên herî qerebalix ya Bangkokê ,bi rengekî aştîyane, pêk hat û aktîvastan bi dirûşman reformên ser monarşîyê xwestin û her wiha bang kirin ku "hevalên" wan ji zindanê bêne azad kirin.

Li Tayland dozên dijî rêberên ku pêşengtîya xwepêşandanan dikin, zêde dibin. Piranîya dozan bi sedema heqareta qralîyetê têne vekirin, û yên herî navdar heya roja darizandinê niha hatine girtin.

Bêtir aktîvîst dibe ku roja Pêncşemê li dadgehê jibo rolên wan yên di xwepêşandanan de werin tawan barkirin. Qesra Qraliyetê di derbarê xwepêşandanan de heya niha ti şîrove nekiriye.

Lê, hikûmetê ragihand ku rexneyên dijî qralê welêt neqanûnî û ne rewa ye. Tevgera protestoyî ya ciwanên Tayland sala borî derket holê û serî ber hikûmeta Serokwezîr Prayuth Chan-ocha rakir.

Serokwezîr Prayuth Chan-ocha serfermandarê artêşê yê berê yê ku di 2014'an de dest dabû desthilatdarîya hikûmeta hilbijartî.

Di xwepêşandana Şemîya borî ya nêzê qesra qralîyetê de di navbera beşdarvan û polîsan de pevçûn derketi ku zêdetirî 30 sivîl û polîs birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG