Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bill Taylor: Trump ji Ukrayna Xwest ku Dijî Biden Lêpirsînê Vekin


Di rûniştina vekirî ya ser jikardûrxistina Serok Donald Trump de, çavdêrekî dîyar kir ku Trump bi awayekî rastexwe ji Ukrayna xwestiye ku dijî Joe Biden, ku bo seroktîya Amerîka berbijar e, lêpirsînê vekin.

Bill Taylor, ku Balyozê Şûngir yê Ukrayna yê Amerîka ye, da zanîn ku ji hevalekî wî yê xebatkar re hatiye gotin ku ‘’Trump hewil dide ku dijî Biden lêpirsînek destpê bike’’

Taylor di peyvajoya rûniştinên vekirî de yek ji navên herî girîng e û di rûniştinê de berê ew axifî.

Kesê cara pêşî fikarên xwe yên ser hewildanên rêvebirîya Trump yên bo lêkolînê ragihandibû Bill Taylor bû.

Trump di preskonferansa bi Serokomarê Tirkîyê Recep Erdogan de dîyar kir ku wî gotinek wisa nekiriye.

Li gor îdiaya Taylor, Balyozê Yekîtîya Ewrupa yê Amerîka Gordon Sondland, gava xebatkarê Balyozxaneya Ukrayna li ser telefonê bûye, ji Trump re gotiye ku ‘’Ukraynayî bo pêşketinê hazir in.’’

Taylor dîyar kir ku xebatkarê wî ji Sondland pirsiye ku ka Trump ser Ukrayna çi difikire û Sondland daye zanîn ku Trump bala xwe pirtir daye ser lêpirsîna dijî Biden.

Serok Donald Trump di rojên borî de ser Sonldand gotibû ku ‘’Ez hema bêje mêrik nas nakim.’’

XS
SM
MD
LG