Wezîrê Derve yê Taywanê Joseph Wu îro Sêşemê dîyar kir ku Çîn li hincetan digere ku li dora welatê wan hîndarîyên leşkerî çêke.
Wu da zanîn ku Çînê vê carê serdana Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi ji xwe re kiriye hincet.
Pelosi hefteya borî serdana Taywanê kiribû û Çîn ji wê çaxê vir ve bi awayekî tund nerazîbûna xwe nîşan dide.
"Çîn nikare di demeke ewqas kin de hîndarîyên berfireh li dar xe, lê serdana Pelosi ji wê welatî re bûye hincet. Çîn dixwaze me itirsîne, lê emê nîşan bidin ku em ji wan natirsin," Wu bi berdewamî got.
Taywan dibîje ku ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de serbest e, lê Çîn wê giravê wek parçeyek ji axa xwe dibîne.