Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taywan Dibêje Çîn Hîndarîyên Xwe Didomîne 


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Çîn hîndarîyên xwe yên li dora Tawyanê didomîne.

Wezareta Berevanî ya Taywanê îro Çarşemê da zanîn ku Çîn bi firok û gemîyan li nêzî giravê çerx dibe.

Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Taywanê, li dora giravê 21 firok û 5 gemîyên Çînê hatine dîtin.

Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi di serê vê mehê de serdana Tawyanê kirûbû.

Pelosi di serdana xwe de dîyar kiribû ku ewê hevkarîya bi Taywanê re xurt bikin û wê bi tenê nehêlin.

Çîn ji serdana Pelosi vir ve hîndarîyên xwe yên li dora didomîne.

Karbidestên Taywanê dibêjin Çîn bo hîndarîyan li hincetan digere û Pelosi jî ji xwe re kiriye sedem.

XS
SM
MD
LG