Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Çarenivîsa 8 Hezar Doktor di Xeterê de Ye


Dr. Halîs Yerlîkaya
Dr. Halîs Yerlîkaya

Di rojên dawî de pêşnîyara qanûna tendirustîyê li parlamena Tirkîyê bi berfirehî tê gotûbêj kirin jiber ku ger derbaz be, doktorên ku ji kar hatine derxistin dê nikaribîn li nexweşxaneyên taybet jî kar bikin.

Li gor nêrînên sazîyên bijîşkan ev pêşnîyar berjewendîyên doktoran binpê dike, loma jî ew dijberîya xwe dîyar dikin.

Piştî hewila darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmeha 2016’an, 150 hezar karmendên dewletê ji kar hatin derxistin ku di nav wan de pirtir ji 8 hezar karmendên tendirustîyê hene.

Endamê Yektîya Doktorên Tîrkîyê (TTB) Halîs Yerlîkaya dibêje ku ger hikûmet vê pêşnîyarê derbaz bike, gelek doktor wê têkevin nav xeterekîyeke mezin û derûnîya wan jîtêk biçe.

“Di vê pêşnîyarê de tê gotin ku doktorên ku ji kar hatine derxistin dê nikaribin li nexweşxaneyên taybet jî kar bikin. Bi vê yekê, hikûmet dixwaze ku mafê wan yê xebatê tune bike, lê em vê napejirînin.”

ED_11_07_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00

XS
SM
MD
LG