Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîyên Amerîkî yên Medya Civakî û Teknolojî Dixwazin Beşdarbûna Hilbijartinên Mîdterm Xurt Bikin


Jineke Amerîkî mesaja "Deng bide" nivîsîye ser rûyê xwe
Jineke Amerîkî mesaja "Deng bide" nivîsîye ser rûyê xwe

Kompanîyên Amerîkî yên medya civakî û teknolojî dibêjin ku ew bizaveke xirt dimeşînin ku rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinên mîdterm yên Amerîkî de bilindtir bikin.

Kompanya Snap Inc, Facebook Inc û hinekên din wê bînin bîra karînerên xwe di hilbijartinên de dengê xwe bi kar bînin û lînka belavokekê bi wan re parve bike ku cîh û dema navendên dengdanê nîşan dide.

Armanca wê hewildanê ev e ku hilbijerên genc di prosesa hilbijartinê de bi aktîfî cîg bigirin jiber ku asta beşdarbûna wan li Amerîka nizim e.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di hilbijartinên pêştir yên 2014'an de, tenê 17 ji sedê hilbijrên temena 18 ta 24 salî çûne ser sindoqan.

Kompanya Snap roja Pêncşemê ragihand ku ewê di 6'ê Mijdarê de, bi awayekî nedîtî mesajan bişîne hemî karînerên xwe yên li Amerîka ku tev li hilbijartinan bibin.

Di peyamê de agahîyên ser cîhên dengdanê jî cîh bigirin û Snap herwiha bi taybetmendîya Snap Maps, nexşeyên navendên dengdanê jî bigehîne karînerên xwe.

Facebook û Spotify jî agahîyên li ser navnîşana navendên dengdanê bi karînerên xwe re parve bikin û Facebook û torên din yên medya civakî wê rî bidin karîneran ku hevalên xwe agahdar bikin ku wan dengê xwe dane.

Kompanya veguhastinê Lyft jî ragihand ku ewê ji rêxistinên wek Yekîtîya Hilbijerên Jin (League of Women Voters) re bêpere xizmetê bide û rikebera wê Uber jî ragihandibû ku ewî $10 ji karîneran ku tev li dengdanê bikin, kêm bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku Amerîka di 6'ê Mijdarê de jibo hilbijartinên Kongresê û rêvebirîyên xwecîhî diçe ser sindoqê ku wek Hilbijartinên Mîdterm tê bi nav kirin.

Ew hilbijartin du sal piştî hilbijartinên seroktîyê têne kirin û gelek endamên Civata Nûneran û Civata Senatoran tên hilbijartin.

Ger Demokrat piranîya Kongresê bi dest bixin, hîngê dikarin astengîyên girîng ji rêvebirîya Serok Donald Trump re peyda bikin.

XS
SM
MD
LG