Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tedros: Ji Nav Cureyên Vîrusa Korona Herî Zêde Delta Zû Belav Dibe


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku cureya vîrusa korona ya bi navê Delta, li welatên ku sînordarkirin rakirine zûtir belav dibe.

Tedros bi brîfîngeke ji Cenevrê da zanîn ku ji nav cureyên vîrusa korona herî zû Delta belav dibe û dîyar kir ku ew bi kêmî li 85 dewletan hatiye tespîtkirin.

Hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona yên li seranserê cîhanê li dû hev ew heşt hefte ne dadikeve û lê ew demek leza kêmbûna pêketinan daketiye.

Li Afrîqa hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona bi qasî 40 ji sedê zêde bûye.

Tedros dîyar kir ku bi rakirina sînordarkirinan re li seranserê cîhanê belavbûna vîrusê zêde dibe.

Wî da zanîn ku bi zêdebûna pêketinan re, mayîna li nexweşxaneyan zêde dibe, dijwarî bo sîstema saxlemîyê û xebatkarên wê çêdibin û bi wan re rîska mirinê tê.

Serokê WHO got ku kesên vaksîn li xwe dane dikevin nav civakê û dîyar kir ku yên vaksîn li xwe nedane bi rîskên mezin re rûbirû dimînin.

XS
SM
MD
LG