Ajansa nîvfermî ya nûçeyan ISNA îro Pêncşemê ragihand ku hêzên ewlekarî yên Îranê li paytext Tehranê hebûna xwe zêde kirine û dijî xwepêşandanan pîvanên ewlekarîyê berfireh kirine.
ISNA da zanîn ku polîsan destwerdana xwepêşandana li zanîngeha Tehranê kirine, " jibo avakirina aramîyê, bêyî ku serî li tundiyê bide".
Ji alîyê din ve bizavkarên Tehranê bang li xwepêşanderan kirin ku "bo piştvanîya gelê Sînê (Senendec) û gelê qehreman yên Zahedanê" derkevin kolanan.
Komeke jinên ciwan yên li derveyî Zanîngeha Azad ya Tehranê di dîmenên AFP'ê piştrastkirine de stran digotin: "Em temaşevanan naxwazin. Werin û tevlî me bibin."
Zilamekî ku nexwestiye navê wî were eşkere kirin ji BBC re wiha got:
"Rewş pir aloz e û dîsa jî bi heyecan e. Mirov vê carê bi hêvî ne û em hêvî dikin ku guhertinek rastîn pir nêz e. Ezbawrnakim ku mirov amade wê vê carê dev jê berdin. "
Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê (IHR) ku navenda wê li Oslo ye, do Çarşemê ragihand ku li bajarê Zahedan ya rojhilata Îranê tenê 90 kes ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatine kuştin; di xwepêşandanên dijî polîsekî ku di dozeke cuda de, bi destdirêjîyê dihat tawanbar kirin.
Karbidestên Îranî tundûtûjîya Zahedanê wek ji alîyê cudaxwazan bi nav dikin, lê navên wan jî eşkere nakin.
Rexistinê hevdem destnîşan kir ku alozî bi taybetî li heremên Kurdan zêde bûne û hêzên Komara Îslamî li van hereman dijî xwepêşanderên Kurd eciqandineke tund pêk tine.
IHR herwiha da zanîn ku greva karkerên petrol yên kargehên petrokîmya yên Abadan û Asaluyeh berdewam dikin, ku kargehên bo qada gaza xwezayî ya deryayî ya Îranê ne.
Çavder û rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku Îranê gihandina medyaya civakî, Instagram û WhatsAppê jî di nav de, asteng kiriye û dest bi girtinên girseyî kiriye.