Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku bersîva Amerîka ya ser pêşnîyara herî dawîn Yekîtîya Ewrupa (YE) ya bo vejandina peymana navokî, giheştiye destê wan.
Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî dîyar kir ku bersîva Washingtonê şeva Çarşemê bi rêka YE giheştiye destê Tehranê.
Kenanî da zanîn ku nirxandina wan ya bersîva Washingtonê destpê kiriye û ewê piştî dawîbûna nirxandinê nêrînên xwe bi YE re parve bikin ku rola koordînatorîya danûstandinên navokî dilîze.
Îranê hefteya borî bersîva belgeya YE’yê bi nêrîn û nirxandinên xwe yên nû pêşkêş kiribûn û bang li Amerîka kiribû ku bo çareserîya vejandina peymana navokî nermbûnê di sê pirsgirêkên mayî de nîşan bide.
Berdevikê wezareta Derve ya Amerîka Ned Price jî piştrast kir ku Washington bersîvên nirxandin û şîroveyên Tehranê yên li ser belgeya pêşnîyara YE dane.
Hejayê bêrxistinê ye ku berpirsê sîyaseta derve yê YE Josep Borrell di 8’ê Tebaxê de gotibû ku YE bo vejandina peymana navokî belgeyeke dawîn pêşkêşê Washington û Tehranê kiriye.