Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termên 12 Qurbanîyên Peqîna Texas Hatine Dîtin


Piştî peqîna li kargeheke zibilê ya eyaleta Texas, termên 12 kes roja Înîyê hatine dîtin.

Karbidest dibêjin, ekîbên hawarçûnê xebata xwe ya peydakirina kesên sax didomînin.

Rûniştvanên bajarokê West dibêjin, jimareke ji qurbanîyan karmendên hawarçûnê û yên saxlemêyê ne ku piştî peqîna şeva Çarşemê giheştibûn cîhê bûyerê.

Karbidest xwecihî radigihînin ku di peqînê de 200 kes jî birîndar bûn. Lê, ew tirsa xwe dîyar dikin ku îhtîmal e li nav 80 xanîyên şewitî pirtir term werine dîtin.

Vekolêr di xemê de ne ku li kargeha agirpêketî madeyên kîmyayî yên jahrîn hebin.
XS
SM
MD
LG