Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teksas: Li Bingeheke Leşkerî Şopên Êrîşeke Çekdarî Hatine Dîtin


Vekolerên leşkerî dîyar kirin ku dijî bingeheke li San Antonio ya Teksasê êrîşeke çekdarî li dar ketiye.

Li gor vekoleran, bi ser bingeha leşkerî de du gule hatine reşandin, lê ti birîndarbûn nehatiye ragihandin.

Kolonel Brian Loveless li bingeha li San Antonio ji rojnamevanan re da zanîn ku raporên wan yan saxlem raber dikin dijî bingehê êrîşeke çekdarî çêbûye.

Bingeha San Antonio piştî raporan ji Twitterê bo xebatkaran hişyarîya tetikêşîyê weşand û ji wan xwest ku li gor presodurên girtinê tevbigerin.

Di sala 2016’an de li bingehê du kes hatibûn kuştin û karbidestên leşkerî dîyar kiribûn ku ew ‘’tundûtûjîya li cîhê kar e.’’

Ew bingeh ji 2010’an vir ve perwerdeya leşkerî ya bingehîn û ya pêş dide.

XS
SM
MD
LG