Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teksasê bo Piştgirîya Trump li Çar Eyaletan Doz Vekir


Serdozgerê Eyaleta Teksasê Ken Paxton
Serdozgerê Eyaleta Teksasê Ken Paxton

Eyaleta Teksasê ragihand ku bo piştgirîya Serok Donald Trump, ku hewil dide encamên hilbijartinên 3’yê Mijdarê biguherîne, dijî eyaletên Georgia, Michigan, Pennsylvania û Wisconsinê li Dadgeha Qanûna Bingehîn doz vekiriye.

Li gor daxuyanîya Teksasê, wan çar eyaletan di pandemîya vîrusa korona de bo prosedurên hilbijartinê hin guherîn kirine û ew ne hiqûqî ne.

Serdozgerê Eyaleta Teksasê Ken Paxton yê Komarî doz li şûna dadgeha jêrîn rastexwe li Dadgeha Qanûna Bingehîn vekir.

Li Dadgeha Qanûna Bingehîn sê dadgerên lîberal û şeşên konservatîf kar dikin ku sê ji wan ji alîyê Trump ve hatine erkdar kirin.

Ew doz, pêngava dawî ya Serok Trump ya bo guherîna encamên hilbijartinên 3’yê Mijdarê ye. Pisporên hiqûqê dibêjin ku wek hewildanên berê yên bi ser neketine, çaverê ye ku doza eyaleta Teksasê jî bo Trump bi erênî encam nede.

Eyaleta Teksasê îdia dike ku karbidestên li Georgia, Michigan, Pennsylvania û Wisconsinê dengên bi rêka postê ji sextekarîyan neparastine û karbidestên wan eyaletan jî dibêjin ku wan ti sextekarîya ku dikare encamên hilbijartinê biguherîne nedîtiye.

Ji wan çar eyaletan 62 delege hene û eyaleta Teksasê ji Dadgeha Qanûna Bingehîn dixwaze ku hejmartina wan dengan were asteng kirin.

Joe Biden bi 306 delegeyan, 270 delegeyên bo seroktîyê pêwîst derbaz kiriye û Trump jî bi 232 delegeyan li dû wan 270 delegeyên pêwîst maye.

Eyaleta Teksasê herwiha ji Dadgeha Qanûna Bingehîn dixwaze ku roja dengdana delegeyan were paş xistin lê ew roja ku 14’ê Berfanbarê ye bi qanûna sala 1887’an hatiye pejirandin.

XS
SM
MD
LG