Dadgeheke Rûsî îro Înê biryar da ku servîsa mesajşandinê, Telegram li Rûsya were blok kirin, piştî ku Telegram qayil nebû ku peyamên nepênî yên karînerên xwe bide karbidestên Rûsî.
Sazîya Ewlekarîya Federalî ya Rûsî daxwaz ji Telegramê kiribû ku wek beşeke lêpirsîneke dijî terorîzmê, hin mesajên karîneran bide wê, lê Telegram bi sedema rêzgirtina mafê nepênîya karîneran, ew daxwaz qebûl nekiribû.
Sazîya fermî ya Rûsî Roskomnadzor hefteya çûyî dijî kompanya Telegramê doz vekiribû û daxwaza wan mesajên pêdivî xwestibû.
“Dadgehê biryar da ku daxwazên Roskomnadzor bi cîh werin, loma jî biryara astenkirina Telegramê da û ferman da ku binsazîyên teknîkî yên bo xebitîna Telegramê li Rûsya jî werin sekinandnin,” ajansa TASS ji zarê dadwer Yulia Smolina ragihand.
Wek beşek ji xizmetên wê, Telegram dihêle ku pirtir ji 200 mîlyon karînerên seranser cîhanê, ku di nav de karbidestên Rûsî jî hene, bi rêka mesajên enkrîptkirî anku kilîtkirî bi hevdu re peyaman bişînin.