Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sezaî Temellî Dibêje Ew Dest ji Demîrtaş Bernadin


Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sezaî Temellî got ku hevserokê berê yê partîyê Selahattîn Demîrtaş dev ji sîyasetê berde jî ewê dest ji wî bernedin.

Temellî, ku parlamanterê Partîya Çep ya Kesk yê Mûşê ye, dîyar kir ku ewê bi Demîrtaş re sîyasetê bidomînin.

‘’Erê li meydanê biserneketinek heye û jiber vê biserneketinê hin bandor çêbûne. Hin hest çêbûne û bêguman ew hest bandor li me hemîyan dikin.’’

Wî dîyar kir ku jibo rewiş zelal bibe hewce ye hinekî din derbaz bibe.

Temellî got ku rexneyên Demîrtaş yên ser HDP’ê rast in û ji dil in.

Demîrtaş bi nivîseke xwe HDP jiber sîyaseta wî rexne kiribû û îro Çarşemê jî dîyar kiribû ku ew ji sîyasetê vedikişe.

XS
SM
MD
LG