Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Temellî: Dadgeha Ewrupî bi Biryara Ser Demîrtaş Dersa Hiqûqê Da Tirkîyê


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sezaî Temellî di komcivîna li parlamentoya Tirkîyê de derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) ya ser berdana Selahattîn Demîrtaş axifî.

Temellî dîyar kir ku ECHR’ê bi biryara ser Demîrtaş dersa hiqûqê daye Tirkîyê.

‘’Biryara ECHR’ê zelal e. Ya rast wê dadgehê bi biryara ser Demîrtaş dersa hiqûqê daye vî welatî.’’ Temellî got.

Wî da zanîn ku dersa hiqûqê bo ‘’kesên hiqûqê nas nakin û dewleta hiqûqî hildiweşînin’’ hatiye dayîn.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dabû zanîn ku ewê guh nedin biryara ECHR’ê ya ser Demîrtaş.

ECHR'ê bi tevdengî biryar dabû ku dewleta Tirk hemî pêngavên hewce bavêje û dawî li girtîbûna Demîrtaş bîne.

Demîrtaş, ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye.

XS
SM
MD
LG