Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sezaî Temellî: Daxuyanîya Amerîka Wek Hamleyeke Taktîkî Xuya Dike


Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî roja Pêşemê piştî sefera xwe ya heremê serdana HDP'a Amedê kir û preskonferansek kurt da.

Temellî li ser pirsa biryara Trump ya ser vekişîna hêzên Amerîka ji Sûrîyê got ku ne tenê Amerîka divê hemî hêzên derveyî ji Sûrîye vekişin.

"Biryara Amerîka weke gaveke taktîkî xuya dike. Karbidestên Amerîka demên berê jî daxuyanîyên bi vî rengî dabûn, lê nêrîna me eşkere ye. Em dibêjin ku divê hemî hêzên ji derve hatine Sûrîyê, vekişin. Ne tenê Amerîka, divê Rûsya jî, Tirkîye jî vekişin. Vekişîna hemî hêzan ji Sûrîyê jibo me girîng e. Divê gelê Sûrîyê biryara çarenivîsa xwe bide, ne hêzên derve."

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:14 0:00

XS
SM
MD
LG