Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Temellî: YSK Dijî Dadmendî Biryaran Dide


Piştî hilbijartinên 31ê Adarê, partîyên opozîsyonê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) tawanbar dikin ku tenê daxwazên desthilatê bi cîh tîne.

YSKê biryar dabû ku kesên “Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de” (KHK) ji kar hatine derxistin, hilbijartinê qezenc bikin jî nikarin bibin şaredar.

Piştî wê biryarê, jimareke barbijarên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) dê nikaribin bibin şaredar.

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku YSK'ê dijî hiqûqê birêva diçe.

“Hin hevalên me ku bi KHK'ê ji kar hatibûn dûrxistin, hilbijartinê qezenç kirin. YSK’ê berî hilbijartinan berbijarîya wan red nekir û namzedîya wan pejirand. Lê, niha piştî ku ew hatine hilbijartin, dibêjin ku ew nikarin bibin şaredar. Ev bê însafî ye, bê hiqûqî ye û bê zagonî ye.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00

XS
SM
MD
LG