Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sezaî Temellî: Serkeftina Herî Mezin ya HDP'ê Ye


Hevserokên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan
Hevserokên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan

Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sezaî Temellî dîyar kir ku serkeftina herî mezin ya hilbijartina 24’ê Hezîranê, ya partîya wan e.

Temellî di civîna serokên HDP’ê yên bajaran de da zanîn ku ew tevî hemî astengîyan jî ketine parlamentoyê.

‘’Gelê Kurd û hemî gelên Tirkîyê yên piştevanîya demokrasîyê dikin, gotin ‘bê HDP’ nabe û careke din benda hilbijartinê hilweşandin’’ Temellî got.

Temellî bi bîr xist ku hilbijartin di Rewşa Awarte (OHAL) de pêk hatiye û li ser adilbûna hilbijartinê guman hene.

Hevseroka HDP’ê da zanîn ku bi taybetî li Şirnex û Colemêrgê ‘’bandora garnîzonê’’ heye û ew jî dike ku guman zelaltir bibin.

Temellî dîyar kir ku Tirkîye roja Duşemê dest bi pergaleke nû ya serokatîyê dike û da zanîn ku ewê têkoşîna xwe bo pergala parlamenter ya bi demokrasîya herêmî hatiye xurt kirin, bidomînin

XS
SM
MD
LG