Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîneke Nû li Pakistanê Tundûtûjîyê Bêtir Dike


Karbidestên bakur rojavaya Pakistanê dibêjin teqîna bombeyekê li Basekê bû egera kuştina bi kêmanî 19 kesan, di nav de şeş jin.

Desthilatdar dibêjin 35 kes jî di êrîşa roja Înê de li bajarê Pêşawer birîndar bûn, ku herêmeke serbixwe ya Pakistanê ye nêzîkî sînorê Afganistanê.

Karmendên hikûmetê û rêwîyên din li basê siwarbûyî bûn û berê xwe ji Pêşawer didan bajarê Charsadda.

Hîn ti alî berpirsîya êrîşê nexistîye stûyê xwe, lê Talîbana Pakistanê bi sedan êrîşên ji vî rengî li Pakistanê pêk anîne.

Roja Pêncşemê Wezîrê Bergirîyê yê Amerîka Leon Panetta bang li Pakistanê kir ku karekî dijî navendên mîlîtanan bike. Gotinên wî li Afganistanê hatin kirin.

XS
SM
MD
LG