Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Michigan Kesk bi Gomana Kirîna Madên Peqînê Hat Girtin


Binçavkirina kesekî gomanbar
Binçavkirina kesekî gomanbar

Saziya antî-terora ya Fedralî ya Amerîka kesekî 29 salî li eyaleta Michigan desteserkirîye, bi tawana ku wî kesî madên teqandinê kirîne û di gel hatine girtin, bi van madên teqînê dikarî bû hejmareke zur ya mirovan bikuje

Ajansa Reuters dide zanîn ku polîsê Michigan roja yekşemê kesê bi navê Sebastian Zachary Gregerson ku bi navê Abdurrahman Bin Mikaayl tê naskirin bi belge û Dokumênt hatiye girtin, piştî kû kesekî nepenî ji aliyê FBI li gel wî kar kirî û îfade liser wî ragihandîne saziyên ewlekariya Amerîka.

Hat gotin ku ev kes ji sala 2015an de heta dema girtina wî li jêr kontrolê de bû, karmendên veşartî ew xistbûn di çavdêriyê de, dihat gotin ku çekê Bazok û narincokên destan hebûn.

Herwiha hatiye zanîn ku, heman kesî kabloxên demncan û sedan fîşek û gulleyên Kilaşînkofê kirîne, herweha pertûkên rahênankirinê yên kanê çawan dê xwe rizgar kî di dema tengasiyan de li gel wî hatine girtin.

Dadgeha bajarê Detroit ya eyaleta Michigan daye zanîn ku ewê tawanbar Abdurrahman Bin Mikaayl roja Pênşemê bibin dadgehê û Îfadeyên wî bistînin.

XS
SM
MD
LG