Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Testa Vîrusa Korona ya Bolsonaro Careke Din Pozîtîf Derket


CNN’ê ragihand ku testa vîrusa korona ya Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro careke din pozîtîf derketiye.

Jair Bolsonaro da zanîn ku ew çend rojên din careke din testa vîrusa korona bike.

Bolsonaro, ku jiber guhnedana vîrusa korona tê rexne kirin, di 7’ê Tîrmehê de dîyar kiribû ku ew bi vîrusa korona ketiye.

Wî gotibû ku rewişa wî baş e û dabû zanîn ku ger testa wî ya duyê negatîf derkeve ewê vegere ser karên xwe.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku Brezîlya li cîhanê, di hejmara pêketîyên vîrusa korona de li dû Amerîka di rêza duyê de ye.

Li Brezîlya bi qasî 2 mîlyon pêketîyên vîrusa korona hene û pirtir ji 74,000 kes bi wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG