Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Testa Dawî ya Vîrusa Korona ya Serok Trump Negatif Derket


Doktor Sean Conley
Doktor Sean Conley

Qesira Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku testa dawî ya vîrusa korona ya Serok Donald Trump negatîf derketiye û bi wî re gumana belavkirina wê vîrusê nemaye.

Daxuyanîya kin ya Qesira Sipî, ku bi îmzaya doktorê Trump, Sean Conley hat weşandin, dîyar kir ku Trump testa antîkorê ya laboratuvarên Abbottê kiriye.

Li gor daxuyanîya ku Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany ji Twitterê belav kiriye agahîyên din yên klînîk jî raber dikin ku bi Trump re rîska belavkirina vîrusa tune.

Ew daxuyanî demeke kin berî mîtînga Trump ya li Florîda hat weşandin.

Testên vîrusa korona yên Serok Trump û Xanima Yekê Melania Trump di 2’ê Cotmehê de pozîtîf derketibû.


XS
SM
MD
LG