Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Texasê Gêncekî 17 salî bi Êrîşa Doh Înê Tawanbar Dike


Berpirsên wîlayeta Texasa Amerîkî gêncekî 17 salî tawanbar kir bi êrîşa ser dibistanekê ku di encamê de 10 kes, piraniya wan xwendekar bûn, hatin kuştin.

Xwendekaran got çekdarê ku polîs ew bi navê Dimitrios Pagourtzis da nasîn, berî demjimêr 8 beyanî roja Înê dibistana bilind a Santa Fe gullebaran kir.

Hakimê wîlayeta Texasê Greg Abbot got polîs hin teqemenî, di nav de Molotov, di mala êrîşekerê berguman de û li derdora dibistanê dîtin.

Abbot got bergumanê ku niha di girtîgehê de ye, niyaz hebû ku xwe bikuje piştî êrîşê lê wî piştî girtinê ji polîsre got ew ne cegerdarbû ku berdewam bike di hewla xwekuştinê de.

Abbot ev êrîş wek êrîşa herî xerab di dîroka dibistanên Texasê de bi nav kir.

XS
SM
MD
LG