Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîye li Amedê Ofîsek Vekir


Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîye (TGS) di 10'ê meka yek, Rêbendanê ya di Roja Rojnamevanên Xebatkar de jibo rojnamevanan li Amedê ofîseke nû vekir.

TGS di sala 1963’an de weke sendîkaya rojnamevanan hate damezirandin û jibo başkirina mafên aborî, civakî ya rojnamevanan xebatan dike.

Bi vekirina ofîsa li Amedê TGS armanc dike ku rojnamevanên freelans derfetên vê ofîsê bi kar bînin, nûçeyên xwe li wir çêkin, bi taybet dixwazin di nav rojnamevanan de peywendîyê zêde bikin.

TGS herwiha dixwaze ku li vê ofîsê jibo rojnamevanên herêmê kargehan jî li dar bixin û ev ofîs bibe navenda rojnamevanan.

Sekretera TGS’ê Banu Tuna di bernama vekirina ofîsê de got ku li Tirkîye di medyayê de, bi taybet jî di nava rêvebiran de hebûna jinan kêm e.

‘’Em dixwazin ev ofîs di serî de jibo jinên rojnamevan, lê bi giştî bibe mala hemî rojnamevanan.’’

Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş jî dîyar kir ku 10ê Çileyê li Tirkîye jibo rojnamevanan rojeke pîroz e. Jibo ku cara yekê bû ku rojnamevan, mafê rêxisitinkirinê û ya sendîkayê bi dest xistin.

‘’Lê, mixabin di salên dawîn de di warê aborî, civakî û şertên azadîya ragihandinê de, rojnamevan di bin givaştinan de ne. % 90'ê medyayê di bin kontrola desthilatê da ye. Em hatine asteke wusa ku êdî nikarin behsa azadîya rojnamevanîyê jî bikin. Jibo vê rewşa xirab, bi salan e ku em nikarin Roja Rojnamevanên Xebatkar li gor wateya wê pîroz bikin.''

Wênekêşê Reutersê Sertaç Kayar ku ew jî rêvebirê TGS’ê ye, li ser wateya rojê got ku jiber şertên xirab yên ku rojnamevan tê de ne, ew êdî vê rojê pîroz nakin. “Lê, jibo bidawîkirina van zextan çare jî ew e ku rojnamevan bi rêxistin bibin.''

Gelek rojnamevan beşdar’ vekirina ofîsa TGS'ê bûn. Yek ji wan edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Omer Çelîk bû ku du sal berê li ser îfadeyên şahidên nepênî bi 15 hevalên xwe re hatibû girtin û salek girtî mabû.

Çelîk got ku di roja rojnamevanên xebatkar de jî rojnamevan hatin darizandin.

''Li Tirkîyê desthilata sîyasî naxwaze li hember xwe dengên cuda û mûxalîf bibihîse, loma dixwaze bi zext û zor û girtin û dadgehkirinan wan bê deng bike. Tevî van şertên xirab gelek rojnamevan hene ku li berxwe didin.''

Çelîk bi bîr xist ku piştî hewla derbeyê bi biryarên di hikûmê qanûnê, bi sedan dezgehên ragihandinê hatin girtin û bi sedan rojnamevan bêkar man, neha jî şertê kar û xebatê ya rojnamevanan pir kêm bûye.

Li gor Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîye (TGS) neha li girtîgehên Tirkîye 14 rojnamevan girtî ne û Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê jî bal dikşîne ku hejmara rojnamevanên girtî 57 e.

KHF_01_11_2024_TGS_Amed
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:40 0:00
XS
SM
MD
LG