Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

TGS li Parlamana Tirkîyê bi Daxuyanîyekê Piştgirî Da Rojnamevanan


Esra Kocak, Utku Cakir û Sultan Ozer

Sendîkaya Rojnamevanan ya Tirkîyê (TGS) li Enqerê, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mersîn û Eskîşehîrê pereskonferansên hevdemî li dar xist û piştgirî da medyaya xwecîhî.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî demeke kin ferman dabû ku sazîyên fermî rojname nekirin û reklam yan danezanî nedin wan rojnameyan.

Li gor TGS’ê ev biryarname li ser çapemenîya giştî û taybetî jî li ser çapemenîya herêmî dixe rewşeke neyênî.

Seroka TGS’ê ya Enqerê Esra Koçak, parlamanterê CHP’ê Utku Çakirozer û rojnamevan Sultan Ozer li nav meclîsa Tirkîyê pêkve daxuyanîyeke hevbeş dan.

Çakirozer helwesta desthilatê rexne kir û got ku ewê li parlamantoyê li ser vê mijarê girîng bisekinin jiber ku astengkirina çapemenîyê astengkirina demokrasîyê ye.

Seroka TGS’ê Esra Koçak jî got ku bi vê biryarê tê xwastin ku hem çapemenîya herêmî û hem jî ya giştî bifetisînin.

“Jibo ku bi vê biryarê astengî li ber firotina rojnameyan û wergirtina reklam û danezanan çêdibin. Ne mafê kesekî ye ku pêşî li wergirtina pêzanînên azad bigirin. Jixwe di dema pandemîyê de hevalên me rojnamevan kenin nav alozîyekê û niha wê zêdetir mexdur bibin.”

Li Tirkîyê gelek rojname bi tena firotinê nikarin debara xwe bikin loma jî reklam û danezanên ji daîreyên dewletê ji wan re gelek girîng e.

TGS bal dikşîne ku ger ev sîstema reklam û danezanan rabe wê hemû medyaya herêmî dawî li karê xwe bînin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG