Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tayland Dibêje 17 Hemwelatîyên ku Hamasê Berdabûn, Giheştin Welêt


Koma yekê ya dîlên Taylandî giheştin welatê xwe
Koma yekê ya dîlên Taylandî giheştin welatê xwe

Wezareta Derve ya Taylandê ragihand ku 17 hemwelatîyên Taylandî yên li Gaza di destê Hamasê de dîl bûn giheştine Bangkokê.

Li Gaza heta niha 23 dîlên Taylandî hatin berdan û 9 jî hîn dîl in.

Hikûmeta Taylandê dide zanîn ku çekdarên Hamasê di êrîşên 7’ê Cotmehê de li başûrê Îsraîlê 39 hemwelatîyên Taylandê kuştin û 32 karkerên Taylandî revandin.

Berî şer gur bibe li Îsraîlê bi qasî 30,000 Taylandî di karên çandinîyê de dixebitîn ku ew yek ji komên herî mezin yên karkerên koçber bûn.

Heta niha bi qasî 9,000 Taylandî vegerîne welatê xwe.

Karkerên Taylandî pirtir ji çolterên li rojhilatê bakurê welêt in û dixwazin mûçeyên bilind ji malên xwe re bişînin.

Hikûmeta Taylandê ragihand ku dirêjkirina navbera mirovahî nîşaneke baş e û ew hêvî dikin ku hemî dîlên din jî werin berdan.

Îsraîl dide zanîn ku di destê Hamasê de bi qasî 150 dîl mane.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG