Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Roja Spasdarîyê ligel Hezkirîyên Xwe Pîroz Dikin


Serok Obama û qîzên wî Sasha û Malia li Qesra Sipî bi awayekî toreyî, canê 2 culixan bexşand ku jibo serjêkirina hatibûn amade kirin
Serok Obama û qîzên wî Sasha û Malia li Qesra Sipî bi awayekî toreyî, canê 2 culixan bexşand ku jibo serjêkirina hatibûn amade kirin

Amerîkî îro Pêncşemê Roja Spasdarîyê pîroz kirin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e. Di vê roja behnvedanê de bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, trên û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin.

Serok Barack Obama û malbata wî êvara Çarşemê li navendeke xêrxwazîyê li Washingtonê, ku xwarin, kinc û xizmetên din dide xizanan, xwarin pêşkeş kirin.

Serok Obama herwiha li Qesra Sipî bi awayekî toreyî, canê 2 culixan bexşand ku jibo serjêkirina hatibûn amade kirin.

Di Roja Spasdarîyê de ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre elok dixwin.

Federasyona Ciluxan ya Netewî (National Turkey Federation) texmîn dike ku Amerîkîyan di Roja Spasdarîyê de ya 2012'ê de 46 mîlyon cilux anku elok xwarine.

Di vê roja taybet de, hinêk Amerîkî jî dema xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên spasdarîyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.

Serokê yekê yê Amerîka George Washington di sala 1789'an de biryar dabû ku ew roja wek behnvedana netewî were pîroz kirin.

XS
SM
MD
LG