Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Amerîka Roja Spasdarî Tê Pîroz Kirin


Îro Pêncşemê li Amerîka wek Roja Spasdarî tê pîroz kirin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e.

Roja Spasdarî her sal di Pêncşema çaran ya meha Mijdarê tê pîroz kirin. Di vê roja behnvedana federalî de, bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, trên û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin.

Di Roja Spasdarî de ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre cilux anku elok dixwin.

Di roja piştî Roja Spasdarî de ku “Black Friday” anku “Înîya Reş” tê gotin, buhayê gelek tişt têne kêm kirin û Amerîkî bo hezkirîyên xwe dîyarî dikirin.

Di vê roja taybet de, hin Amerîkî jî dema xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên spasdarîyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.

Serokê Amerîka Donald Trump li ser Twitterê Roja Spasdarî li şoperên xwe pîroz kir.

Federasyona Ciluxan ya Netewî ya Amerîkî ragihand ku sala borî Amerîkî 45 mîlyon cilux xwarin û pêşbînî ew e ku hejmar îsal bilindtir be,

Rêxistina Otomobîl ya Amerîkî (American Automobile Association) ragihand ku 54.3 mîlyon Amerîkî jibo derbazkirina Roja Spasdarî ji malên xwe herin cîhên din û ew rêje ji sala borî 4.8 ji sedê bilindtir e.

XS
SM
MD
LG