Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Îro Roja Spasdarîyê Pîroz Dikin


Îro Pêncşemê li Amerîka wek Roja Spasdarî tê pîroz kirin ku çandeke dûr û dirêj e.

Roja Spasdarî her sal di Pêncşema çaran ya meha Mijdarê tê pîroz kirin.

Di vê roja behnvedana federalî de, bi sed hezaran Amerîkî bi serdana heval û hogirên xwe dikin.

Piştî pandemîya korona, ku pîrozbahîyên vê rojê gelek sînordarkirî bûn, li ber e îro dîsa wek berê bi coş û şahî derbaz bin.

Di Roja Spasdarî de, ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre cilux (elok) dixwin.

Serokê Amerîka Joe Biden di peyama Roja Spasdarîyê de xwest ku Amerîkî di nava qencî û bextewarîyê de vê rojê pîroz bikin.

Biden, di merasîmeke taybet ya ser xatirê Roja Spasdarîyê de canê du elokên bi navê Chocolate û Chip bexişandin ku ji alîyê Federasyona Ciluxan ya Netewî ya Amerîkî (National Turkey Federation) hatibûn dîyarî kirin.

Biden di peyama Roja Spasdarîyê de got ku di vê rojê de hemî malên seranser Amerîka bi ken, xwarinên tamxweş û heval û hogiran tijî dibin jiber ku em bo hemî tiştên bedew yên jîyana xwe spasdarîya xwe nîşan didin.

“Îro Jill û ez spasîya xwe didin heman xewna Amerîkî û bi mîlyonên lehengên sernaser welatê me ku bi fêdekarî û baldarîyeke mezin ji civatên xwe re xizmetê dikin û jibo me dibin mînakên herî baş. Em deyndarê malbat û hevalên xwe û hemî hemwelatîyên xwe yên Amerîkî ne. Dîsa, em spasdarê zanyar, lêkolîner, doktor û sîstirên ku em di dema pandemîyê de em parastin û karkerên rêzapêşîn ku bi keda xwe xizmetên bingehîn domandin û xwarin gîhandin ser maseyên me.”

Di roja piştî Roja Spasdarî de ku “Black Friday” anku “Înîya Reş” tê gotin, buhayê gelek tişt têne kêm kirin û Amerîkî bo hezkirîyên xwe dîyarî dikirin.

Di vê roja taybet de, hin Amerîkî jî dema xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên spasdarîyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.

Federasyona Ciluxan ya Netewî ya Amerîkî radigihîne ku her sal do Roja Spasdarîyê de dora 46 mîlyon elok li Amerêka tê xwarin.

XS
SM
MD
LG