Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Amerîka Roja Spasdarî Ye


Îro Pêncşemê li Amerîka wek Roja Spasdarî tê pîroz kirin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e.

Roja Spasdarî her sal di Pêncşema çaran ya meha Mijdarê tê pîroz kirin.

Di vê roja behnvedana federalî de, bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, tren û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin, lê îsal ev roj di bin sîya korona de derbaz dibe.

Di Roja Spasdarî de, ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre cilux dixwin.

Lê, pisporên saxlemîyê daxwaz ji gel dikin tenê bi endamên malbatên xwe re bicivin û çûn, hatinê nekin.

Serokê Amerîka Joe Biden di peyama Roja Spasdarîyê de xwest ku Amerîkî di nava qencî û xweşhalîyê de vê rojê pîroz bikin.

“Jibo Xanima Yekê û jibo min Roja Spasdarîyê tim bûye demeke hêja ku kevneşopîyeke delal ku tê de lîstina bi topa pê, amadekirina xwarinên taybet, vexistina mûmikan û xemilandina maseya xwarinê jî hen, bi zarok û nevîyên xwe re biborînin. Jibo gelek Amerîkîyan wê bibe cara yeke piştî destpêbûna pandemîya korona ku werin ba hev.”

XS
SM
MD
LG