Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêşta Aloziya Mezina Cîhanê Şerê Tîrorê ye


Gelo vekêşana hêzên Amerîka ji Afghanistanê bi wî şêweyê şepirzey, rev bû ji şerê tîrorê yan qonaxek din ya wî şerî bû? Ev pirsyar ket serê gelek kesan dema dîmenên firokxana Kabul li Tebaxa 2021 li ser şaşeyên TVyan temaşe dikirin. Diyare gelek ji piştevanên vekêşanê, li 31 Tîrmeha 2022ê roja kûştina Aymen al-Zawahirî rêberê yekê yê al-Qaide piştî Bin Ladin, pitir sîngê xwe derxistin. Lê ev têrê nake, çinko ji roja roj were her kes dibêje, ew bawerên kû komelên radîkal pê geşe dikin, aloziya herî mezin a cîhana piştî 11 September ê ye, pitir ji rayedarên wan yên kû karî dikin jibo çandina hestên neyar ji bihayên lîbralên cîhana rojava.

Divê em wê rastiyê jî qebul bikin kû tirsa li hev û ne mana baweriyê di nêvbera civakên Rojhilat û civakên Rojava de, nîşanên jêkdûrketinê belî dikin pitir ji şerê çekdarî yan jî qencî û xirabiya tekeliyên dîplomatikên hikumetên welatên peywendîdar bi şerê tîrorê.


Eger nêzîkbûn yan jî jihev dûrketina cîhanên Rojhilat û Rojava berî 11 September ê û piştî wê, werin pîvan, dê zelal be ka eger vekêşana Amerîka ji zikmaka herêma zayîna terorê, rev bû yan guherîna arasteya şerê dijî tîrorê bû. Kesên kû xwe bi ser beşê duwem ê nîqaşê de xwar dikin, wê rastiyê didin ber çavan kû şiyana hêzên hevpeymanan di lêdana tîroristan de, ji dûr ve - anko bêyî danana serbazan li meydanên şer, gelekê xorttire. Ew kûştina rayedarên komelên radîkal wek mînak bikartîn in. Lê dîsan ev têrê nake, çinko bi valakirina meydanê, hevbendiya dijî tîrorê rê dide rêkxerên tîrorê, bê tirs ji veşartgehên tarî derkevin û dinav wan civakan de xwe biparêzin kû ji wan re zemîne xweşe, reh û rîşalên xwe jî kûrtir û qeyimtir bikin.

Guhertina Pênaseya Şerê Tîrorê

Bi guhertina qonaxên dîrokê, pênaseyên şeran jî tên guhertin. Ew pênase jî tim kiras in, rewayî didin şeran. Dr. Bilal Ahmed Wehab, şarezayê Înstîtuya Washington ê ji bo Siyaseta Rojhilata Nêzîk dibêje, “şerê dijî tîrorê yê kû serokê berê yê Amerîka George Bush destpêkirî, qonaxa şerê yekcemserî yê kû Amerîka têde destê bilind hebû, ji rêka plankirî lada û pilana Amerîka jibo dariştina Sistemê Nu yê Cîhanê helweşand.”

Dr. Bilal Ahmed Wehab, şarezayê Înstîtuya Washington digel Dexîlê Şemo
Dr. Bilal Ahmed Wehab, şarezayê Înstîtuya Washington digel Dexîlê Şemo


Di 20 salên kû Amerîka mijûlî komkirina hêzên xwe û hevpeymanên xwe tên serbazî û zanyariyan bû jibo şerê tîrorê kû bi piranî li Rojhilata Navîn bû, wê derfet da bihêzbûna Rusiay û Çînê, herdû neyarên xwe yên dîrokî. Niha jî bi gotina Dr. Bilal, şerê dagîrkirina Ukranie ji aliyê Rusiya ve, “qonaxek dî ya şerê cemserê zilhêzbûnê ye û dawiya şerê tîrorê ye.” Eger ev pêşbînî rastderket, renge çi kirasên dî rewayîyê nedin şerk dî li dijî tîrorê. Çinko encamên wî şerî di Îraq û Afghanistan ê de, ne li gora hîviya bû.

Dr. Şêrko Kirmanc, Akadîmist û nivîskarê mijarên Îslam û Hukimraniyê ye û mamosta ye li zankoya Şarîqe li Mîrgehên Erebî. Ew bawer dike kû şerê Amerîka û hevbendên wê yê Rojhilat û Rojava ne serketî bû û kelên û bêbawerî ya kevnar di nêvbera Rojhilat û Rojava de mezintir bû ji ber “sernekefitna Rojava, bi taybet Amerîka, di piroje û gotarên xwe da. Bo nimune li şûna damezrandina dewleteka demokrat û hêza qanûnê li Afghanistan ê, dagîrkirina vî welatê bu sedemê geşekirina gendeliyê û xirakirina samanê Afghaniyan. Eve jibo Îraqê jî raste. Amerîka ne her şikist îna di berqerar kirina demokrasî û pêkvejiyanê de, belkû digel dagîrkirin Îraqê, şerên mezhebî û nijadî, bi dijwarî derketin holê.” Helbet gelek çavdêr bawer dikin kû sedema derketina Komela Dewleta Îslamî DAIŞ û şiyana wê bo girtina beşekê mezinê erdê Îraqê bo demê 3 salan, ew tund û tîjiyên olî û nijadî bûn.

Kabul, Afghanistan
Kabul, Afghanistan


Kî Dê Şerê Dahatî Yê Radîkalizmê Bike?

Her çendî zêde pênaseyên şerê “Tîror û Tîrorizmê” hebin li gora qanoxên cûda yan jî têgehiştinên cuda, lê ew di mîne wek “Îdolojî” û her dema îdolojî bihêz dibe, metisiyan dirust dike û jibo jinavbirina wê gelkê qurbanî lazim in. Ew îdolojî jî di form û çarçovê Îslama siyasî de, tê binav kirin . Encamên şerê 20 salan jî têgehiştinek afirandiye kû eger civakên demokratxawz/Rojava hinek qurbaniyan ne din, ew îdolojî dê rêka xwe bibîn in û li wî demî, eger çi ne be, dê pêşketina wan leng bike.

Êrîşên tîroristî yên 11 September ê digel destpêka du gerên serokatiya Komariyan li Amerîka bû. Li wî demê cemserên herî bi hêzên handana şerê tîrorizmê di cihên biryarê de bûn. Ew di hatin naskirin bi peyrewkirina rêbazên destêwerdana di welatên biyanî de. Şerê binavê -şerê dijî tîrorê- jî pîvana serketina wî şerî bû. Niha di nav komariyan de ew cemser wek berê ne mane. Piştî 15 salên wî şerî, birêvebriyeka dî ya Komariyan -Donald Trump- ew şer ne kir xema xwe ya pêşîn. Di pêre, du birêveberiyên Demokratan jî, Obama û Biden, vekêşana hêzên Amerîka ji wî şerî tim li pêş çavên xwe danî bû. Niha jî ew, mina hevbendên xwe yên Europî, na xwazin xortên Amerîkî bêxin wan renge şerên bê dawî.

Caran dihat gotin kû Cîhana Rojava û bi taybetî Amerîka baş pêkhat, şêwazê jiyan, bîrkirin, û kelturê civakên Rojhilat nas nake, loma di dagîrkirina Îraq û Afghanistan ê de serneket bi taybet di çandina bihayên demokrasiyê û mafên mirovan de li wan welatan. Lê niha û piştî pitir ji 20 salên şerê tîrorê, ew dizanin kilîla birîna rehên tîrorê di werara aboriyê wan civakan de ye, di perwerdekirina zanistî ya nifşên dahatî de ye, di berdestkirina delîveyên karî de ye, di dabînkirina aramî û ewlehiya xelkê wan civakan de ye. Lê îro roj, ne Rojava şiyana dabînkirina wan heye û ne jî amadeye berdwamiyê bi şerê teqlîdî bide.

Kurt û kirmanc, eger şerê dijî tîrorê bi şêwazê 21 salên borî bimîne, bêbawerî û qelîşoka di nêvbera civakên Rojhilat û Rojava de dê mezintir be. Wek encam, renge bi gotina Dr. Bilal şerê (tak-cemseriyê) bibe pênaseya şerê dahatî kû Rûsiya hêz û rûmeta xwe ya caran vegerîne û welatên weka Tirkiyê di bin serokatiya Erdogan de pênaseya xwe jibo (Tîror û Tirorizmê) li ser endamên NATO jî feriz bike.
Lê pisyara kû em bersiva wê nizan in ewe, erê Amerîka û hevalbendên xwe yên Rojava dê rê bi din ev sînaryo serbigre? Min gûman heye.

XS
SM
MD
LG