Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hember Mûşekên Îranî Dixwaze Berevanîya Ewrupa Xurt Bike


Sîstema THAAD
Sîstema THAAD

Ajansa Reuters radigihîne ku leşkerîya Amerîka nirxandinên pêşîn temam kirine ku sîstemeke xurt ya berevanîyê veguhezîne Almanya ku bergirîya Ewrupa bi hêz bike.

Plana nepiştraskirî sîstema berevanî ya THAAD, berî biryara Trrump ya derketina ji peymana navokî ya bi Îranê hatibû danan.

Tevî ku niha peywendîyên Amerîkî û Ewrupî hinêk aloz bin jî, têgiheştineke hevbeş li ser parastina dijî mûşekên Îranî ya Şahab 3 heye ku dikarin heta 2,000 km dûr bifirin û bigehijin Ewrupa.

Nobedarên Şoreşa Îranî (Pasdaran) ragihndibû ku ewê li gor hewcedarîya wan, dikarin menzîla Şahab 3 hîn jî dirlêtir bikin.

Çavdêrên sîyasî dibêjin ku îhtîmal heye bi danana sîstema THAAD girjî û reqbûna navbera Amerîka û Rûsya hîn xirabtir be.

XS
SM
MD
LG