Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Kes Êrîşên Dewleta Tirkîyê li Ser Komên Kurd Protesto Dikin


Xwepêşandana ji bo piştevaniya kurdan li Berlin
Xwepêşandana ji bo piştevaniya kurdan li Berlin

Rojnamevanekî AFP ragihand ku bi hezaran Kurd roja Yekşemê li bajarê Qamişlo yê Sûriyê xwenîşandan lidarxistin li dijî êrîşên Tirkiyê yên ser sînorî ku komên Kurd li bakurê rojhilatê Sûrîyê dikin armanc.

Berî heftiyekê Tirkiyê dest bi bordûmanên esmanî li dijî navçeyên Kurdan yên nîvxweser li bakur û rojhilatê Sûriyê û li ser sînorê Iraqê kiribû.
Tirkîyê herwiha gefa êrişa bejayî li wan navçeyên Sûriyê jî kiriye.

Êrîş piştî teqîna 13ê Mijdarê li Stenbolê hat ku di encamê de 6 kes hatin kuştin û 81 kes jî birîndar bûn û Enqerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tawanbar kir.

Lê komên Kurd berpisyarîya teqîna Stenbolê red kirin.
PKK ji sala 1984an vir ve li dijî dewleta Tirk serhildanek li dar xistiye. Tirkiye îdia dike ku şervanên Kurdên Sûriyê hevalbendên PKKê ne.

Rojnamevanê AFP got xwepêşanderan li Qamişloya di bin kontrola Kurdan de li parêzgeha Hesekê roja Yekşemê wêneyên kesên ku di êrîşên dawîn de li herêma nîv-xweser hatine kuştin hildan.

Wan alên Kurdî li kêleka wêneyên rêberê PKKê Abdullah Ocalanî -- ku ji sala 1999an êreve li Tirkiyê girtî ye -- hilgirtin û xwepêşanderan slogan li dijî serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoganî qîriyan.

Wan her wiha ji bo berxwedana li "Rojava", navê Kurdan li Sûriyê li herêmê ku ew rêve dibin kirî, dirûşme qîr kirin.

XS
SM
MD
LG