Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Çînî Girêdayî Peqîna Tianjin 12 Kes Desteser Kirin


Medyaya dewleta Çînî radigihîne ku polîsan 12 berguman desteser kirine, bi sedema ku rola wan di peqîna hêzdar ya ambareke li bajarê Tianjin de heye.

Ajansa Xinhua ragihand ku di nav kesên desteserkirî de Yu Xuewei û Dong Shexuan, du şîrikên kompanya Ruihai International Logistics ya xwedîyê depoya ku peqîn lê qewimî jî hene.

Medya dewletê bere jî ragihandibû ku 2 karsaz li xwe mikur hatine ku wan bi xêra peywendîyên xwe destûra sexte ya ewlehîyê ji karbidestên xwecîhî wergirtiye.

Polîsên Çînî dibêjin, ew guman dikin ku şîrketa Ruihai International Logistics û rêvebirên wê bi qaçaxî keresteyên kîmyayî di ambarê de vedişartin.

Di peqîna ambara Tianjin de 145 kes hatibûn kuştin û 28 kesên din hinda bûbûn.

XS
SM
MD
LG