Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Amerîka bo Vegerandina Rehîneyan Pere Nade


U.S. Secretary of State Mike Pompeo speaks during a joint press conference with Croatia's Prime Minister Andrej Plenkovic in Dubrovnik, Croatia, Oct. 2, 2020.
U.S. Secretary of State Mike Pompeo speaks during a joint press conference with Croatia's Prime Minister Andrej Plenkovic in Dubrovnik, Croatia, Oct. 2, 2020.

Wezîrê Dervêyê Amerîka Mike Pompeo îro roja Çarşêmê got Amerîka ji bo azadkirina rojnamevanê Amerîkî Austin Tice û girtîyên din yên Amerîkî siyaseta xwe ya Sûrîyê nagûherê.

Pompeo di preskonfêransa Wezerata Dervêyê de got “Em ji Sûrîyê daxwaz dikin ku rojnemevan Tice ê berdin û me ji wî agahdar bikin. Le ew ji me ra bersiv nedan. Em ne tenê ji bo vegerandina Austinê hewl didin, le ji bo hemû Amerîkî yên ku girtîne. Em ê sîyaseta xwe ji bo wê hewildanê naguherin.”

Pompeo pirsên li ser serdana xwe ya Şamê bi rasterast nebersivand û ser pirsa gelo wê Amerîka 600 leşkerên xwe ji Sûrîyê ji bo vegerandina Tice û Amerikîyên din vedikişîne ji nebersivand.

Pompeo got “Serok Trump bi zelalî got ku em pêra nadin ji bo vegerandina rehîneyan. Em hewildanên xwe dikin ku ew bixwe kesen ku girtine vergerînin”

Hejayî gotineyê ku karbidestê herî bilind ya dijiterorî ya Qesra Spî îsal bi nepenî serdana Şamê kiriye ji bo azadkirina rojnamevan Ticeê ku di sala 2012an de winda bûye û her wiha ji bo psîkoterapîstê Amerîkî Majd Kamalmaz ku ew ji di sala 2017anê vir ve winda ye.

Hezên leşkerîya Amerîkî di çarçoveya koalisyona şerê li dijî DAIŞê li Bakûrê Sûrîyêne. Hêzên Amerîkî her wiha zeviyên niftê yên heremê ji diparezin.

XS
SM
MD
LG