Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International: "Jinên Amhara, Hezên Tigrayê Bi Destdirejîyê Tawanbar Dikin"


Tigray rape survivor
Tigray rape survivor

Jinên li bajarokekê dagirkirî ya herêma Amhara ya Etîyopyayê Hêzên Tigrayan bi destdirêjîye tawanbar dikin.

Raportekê nû ya rexistina mafên mirov Amnesty International dibêje ew kiryarên hovane yên tên îdîa kirin ku li Nifas Mewchaye, di meha Tebaxê de çêbûne.

Amnesty International bi 16 jinan re hevpeyvîn çê kiriye ku tê de jin dibêjin bi zora çekê û êrîsa fizîkî ew hatine destdirêjî kirin. Di raportê de her wiha tê gotin ku Hêzên Tigrayê mal û milkên xelkê bajêr talan kirine. Qurbanîyên wan erîşan dibêjin ew rastî êrîşen etnikî hatine û li ber zarokên xwe hatine destdirêjî kirin.

Amnesty bang li fermandarên hêzên Tigrayê dike ku vekolînekê bidin destpêkirin û kesên ku tevlî wan kiryaran bûne ji Hêzên Tigrayê werin derxistin. Sekretera Giştî ya Amnesty International Agnes Callamard dibêje “Şahîdîya qurbanîyan nîşan dide ku Hêzên Tigrayê tevlî kiryarên tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê bûne”.

XS
SM
MD
LG