Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Tijuana bo Karwanên Koçberan ji NY'ê Alîkarî Xwest


Koçberên li Tijuana

Bajarvanê Tijuana Manuel Gastelum bo koçberên ji Amerîka Navîn ber bi Amerîka ve bi rê ketine, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkarî xwest.

Karbidestên herêmî dîyar dikin ku li Tijuane, ku bajarekî li sînorê Amerîka û Meksîko ye, bi qasî 5000 koçber hene û tevî yên di rê de ne li ber e ku hejmara wan bibe 10,000.

Gastelum, ku bi xwe jî ji Meksîko ye, dîyar kir ku hikûmeta Meksîko alîkarîyên pir hindik dike û bo ew kêşeya koçberan çareser bikin dê serî li jêderên bajêr nede.

Wî da zanîn ku binesazîya Tijuana têra hewandina bi hezaran koçber nake.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokê Amerîka Donald Trump roja Pêncşemê gotibû ku wî destur daye leşkerîya Amerîkî ku ger pêdivî be, li ser tixubê Meksîko çeken kujer bi kar bîne.

XS
SM
MD
LG