Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Tikrît Çend Herêman Kontrol Dike


Çekdarên Daiş li parêzgeha Selahedîn, nahiyek û çend gund kontrol kirine, şer niha di navbera çekdarên Daiş û Hêzên Heşda Şeibî li wan herêman berdewame.

Hesen Mohamed endamê civata parêzgeha Selahedîn, jibo Dengê Amerîka ragihand ku şeva Çarşemê çekdarên Daiş bi trombêlên xwe bi şêweke dizî hatine wan herêman, paşan êrîş anîne ser herêma Tel Îsa liser riya di navbera Tikrit û Xormato de.

Wek çavkanî radigehînin, hejmarek ji Hêzên Heşda Şeibî hatine kuştin û hejmarek ketine di nav destên Daişê de, lê hejmara kuştî û êxsîran nayê zanîn, niha şerek gerian heye di navbera çekdarên Daiş û Hêzên Heşda Şeibî de.

Dengê Amerîka liser van êrîşan xwestiye xwe bigehîne Necat Husên û Ebû Mehdî Muntezer ku, herdu fermandarên Hêzên Heşda Şeibî ne li herêmê, lê wan nexwast in bersivê bidin.

Ebdula Bur, fermandarê hêzên Pêşmergên Kurdistan li Eniya şer jibo Dengê Amerîka da zanîn ku li wê herêmê Pêşmerge di amadebaşyiê de ne.

Wek tê zanîn Dengê Amerîka beriya niha di raporeke xwe de weşand bû ku li dewrûberên Kerkuk DAIŞ hêzên xwe topî ser hev dike.

Roparta Nûçegihanê pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Dilşad Enwer ji Kerkuk di fayla deng de ye.

Raporta Dilşad Enwer ji Kerkuk
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG