Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwanên Brîtanya Nûçeyan ji TikTok û Instagramê Dişopînin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ji raporeke Ofcomê da zanîn ku ciwanên Brîtanya nûçeyan ji platformên medya civakî yên mîna TikTok, YouTube û Instagramê dişopînin.

Rapora Ofcomê dide zanîn ku Instagram di nav ciwanan de cara pêşî bûye jêdereke sereke ya nûçeyan.

Li gor raporê, 29 ji sedê ciwanên Brîtanî bo şopandina nûçeyan li Instagramê dinêrin û 28 ji sedê ciwanan ji li TikTok û YouTubeê.

Nîvê kesên nûçeyan ji platformên medya civakî dişopînin di navbera salên 16 û 24’an de ne.

TikTok ji wan platforman yek ji platformên li pêş e û karînerên wê nûçeyan ji hesabên sazîyên medya pirtir ji wan kesan dibînin ku ew dişopînin.

Ofcom dide zanîn ku ciwanên îro ro li şûna ku bala xwe bidin ser kirîna rojnameyekê yan temaşekirina televîzyonê, dixwazin ji platformên medya civakî nûçeyên nip î nû bişopînin.

Rapora Ofcomê dîyar dike ku tevî ku TikTok di nav ciwanan de populer e jî di koma karînerên ji 12 heta 15 salîyan de ji her 10 kesan 3 kes bi nûçeyên wê platformê bawer dikin.

Ji karînerên ciwan yên YouTube û Twitterê jî nîvê wan bi nûçeyên di wan platforman de bawer dikin.

Ciwanên bo nûçeyan Facebookê bi kar tînin sala borî ji 27 ji sedê daketibû 22 ji sedê ku ew daketin îsal jî dewam dike.

Tevî bala li ser platformên medya civakî jî li Brîtanya bawerîya bi nûçeyên televîzyonê hîn zêdetir e.

XS
SM
MD
LG