Reuters'ê îro Sêşemê ragihand ku Artêşa Îraqê, dest bi bombekirina Tilafar ya di bin kontrola Dewleta Îslamî (DAIŞ) de kiriye.
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Îraqê Mihemed el-Xodarî dîyar kir ku piştî êrîşên ji esmên ewê ji erdê jî dest bi operasyonê bikin.
Karbidestên Îraqî dîyar kiribû ku Tilafar ya 80 kîlometre li rojavayê Mûsilê, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bibe armanca nû.
Hêzên Îraqî yên bi piştgirîya Amerîka, piştî operasyona ku bi qasî 9 meha dom kir, meha borî Mûsil bi temamî ji destê DAIŞ’ê sitandibû.
Berî ku Tilafar di destê DAIŞ’ê keve, bi qasî 200,000 kes li wir dijîyan.