Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Wezîrê Derve Rex Tillerson hefteya tê wê beşdarî li civîna yekê ya navbera Îraq û Erebistana Saudî bike ku li Rîyada paytaxta Erebistana Saudî tê darxistin.
Tillerson di civîna baştirkirina peywendîyên navbera du welatan de, li ber e bi karbidestên Saudî re kêşeya Yemenê û krîza berdewam ya Kendavê, mijara Îranê û jimareke babetên din yên girîng gotûbêj bike.
Tillerson dû re ligel rêberên Qatarî û karbidestên leşkerî yên Amerîkî li paytaxt Doha bicive ku hewlên hevbeş yên dijî terorîzmê û kêşeyên din yên herêmî nîqaş bike.
Ew dû re wê here Hîndistan, Pakistan û Swîsre û di 27'ê Cotmehê de vegere Amerîka.