Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Serok Trump "Gelek Girêdayî" Aştiya Rojhilata Navîn E


US Germany
US Germany

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson roja Çarşemê ji Bruksel ragihand ku, Serok Trump gelek girêdayî aştiya Rojhilata Navîne, " gelek pêgiriyê pê dike", Tillerson herwiha got, Amerîka weha dibîne ku "fersendek gelek baş heye bo bicî anîna aştiya" li Rojhilata Navîn, di navbera Îsrail û Filistîniyan de.

Tillerson dîsan got, rewşek baş ya aştiyê dê hebe, herçende nerazîbûnek navnetewî heye li hember ku,dibe Trump Qudsê weke paytexta Îsrailê bipejirîne.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, dibe îro roja Çarşemê serokê Amerîka Donald Trump di axiftineke xwe Qudsê weke paytexta fermî ya Îsrailê nas bike, ev yek bûye sedema reaksyon û nerazîbûnan li seranserî cîhanê bi taybet di nava cîhana Ereb û Misliman de.

Roja Çarşemê serokê Îranê Hesen Rohanî hewildana Serok Trump rexne kir û got ewê li hember vê yekê nerim nemînin.

Rohanî dema li Tehran axiftinek bo berpirsên dewletê dikir got"em rê nadin pîroziyên Îslamê bihên binpêkirin" herweha Rohanî got "divê Misilman li hember vê komploya mezin yek bigirin".

XS
SM
MD
LG