Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson di Serdaneke Neragihandî de li Afganistanê Ye


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, di serdaneke neragihandî de îro Yekşemê bi Serokê Afganî Eşref Ganî re civî.

Balyozxaneya Amerîkî li Kabulê got ku Tillerson stratejîya nû ya ser Asya Başûr bi bîr anî û dubare kir ku Afganistan hevkareke girîng ya Amerîka ye.

"Tillerson da zanîn ku Amerîka pêgîr e ku bo cîhanîna aştî, berdewamî ligel hikûmeta Afganî û hevkarên herêmî bixebite û nehêle dijminên ku dixwazin wê armancê têk bibin, li herêmê xwe bihewîne," daxuyanîya balyozxanê got.

Serokê Afganî Ganî jî piştgirîya ji stratejîya nû ya Amerîkî re dubare kir û pêgirîya hikûmeta xwe dîyar kir ku jibo aştî, ewlehî, parastin û xweşhalîya gelê Afganî dixwaze reforman pêk bîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku Tillerson cara yekê ye wek wezîrê derve serdana Afganistanê dike.

XS
SM
MD
LG