Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson bo Welatên Ewrupa Peyamên Piştgirîyê Dide


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson li Brukselê bo hevalbendên Amerîka yên Ewrupî peyamên piştgirîyê dan.

Tillerson di serdana xwe de, li Yekîtîya Ewrupa (YE) û NATO li wezîrên derve yên welatên Ewrupî re dîyar kir ku Amerîka dê bo peywendîyên xwe yên bi wan re sadiq be.

Tillerson da zanîn ku armanca wan ya bo ewlekarî û aramîyê li her du alîyên oqyanûsê jî wek hev e.

Trump, di meha Gulanê de serdana NATO kiribû û welatên Ewrupî jiber butçeyên wan yên hindik yên bo berevanîyê rexne kiribû.

Tillerson li gor Trump bi helwesteke erênî dîyar kir ku êrîşî dijî endameke NATO êrîşa dijî hemî endamên wê yekîtîyê ye.

Tillerson, piştî Brukselê bo beşdarî civîna salane ya Sazîya Hevkarî û Ewlekarî ya Ewrupa bibe here Vîyana û di wir re jî derbazî Parîsê bibe.

Serok Trump, hefteya borî ser hin îdiayên li medya dîyar kiribû ku ewê Tillerson dev ji kar bernede û roja Înê jî bi tweetekê dabû zanîn ku di politikaya derve de gotina dawî ew dibêje.

Dîplomatên Ewrupî didin zanîn ku hikûmetên YE bo Amerîka dudilî ne, ew ramanên Tillerson ji yên Trump pirtir nêzîkî xwe dibînin.

XS
SM
MD
LG