Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Amerîka dê Hîn Demeke Din li Sûrîyê Bimîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson li Zanîngeha Stanford ya Califorina ser siyaseta Amerîka ya li Sûrîyê axaftinek kir.

Tillerson di axaftina xwe de bo ‘’fedekarîyên mezin’’ yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) yên dijî DAIŞ’ê pesna wê da.

‘’Serkeftinên wan yên li qada şer têra çareserkirina kêşeyên rêvebirîyên herêmî yên li rojhilat û bakurê Sûrîyê nake. Divê civaka navneteweyî piştgirîyê bide temsîlîyeta hemî pêkhateyan û alîkarîya guherîna peyvajoya siyasî ya Sûrîyê bike’’ Tillerson got.

Tillerson dîyar kir divê peyvajoya nû ya siyasî bo cîranên Sûrîyê nebe gef û dengê hemî Sûrîyan li Cenevrê bo siberoja wî welatî were bihîstin.

Tilleson da zanîn ku jibo ku DAIŞ careke din li Sûrîyê mezin nebe ewê bo demeke din bi awayekî leşkeri li wî welatî bimînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka, bi bîr xist ku dema serokê berê Barack Obama leşkerên Amerîkî ji Îraqê vekişandine ‘’şaşîyek’’ kiriye û dîyar kir ku ewê wek wek wî heman çewtîyê nekin.

Tillerson da zanîn ku ewê vekişîna wan ya ji Sûrîyê kêrî Beşar Esad û Îranê were.

Tillerson dîyar ki ku bi operasyonên ku Amerîka piştgirîya wan dike ‘’nigekî DAIŞ’ê ketîye gorê’’ û di demeke nêz de ewê her du nigên wê bikevin gorê.

Wezîrê Amerîkî da zanîn ku Amerîka bi awayekî xurt piştgirîya peyvajoya Cenevrê ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) birêve dibe, dike.

Tillerson dîyar kir ku ew bi awayekî dîplomatîk hewil didin ku Esad dest ji desthilatê berde, lê got ku divê herkes sebir bike.

Tillerson got ku ger Esad ji desthilatê here Amerîka dê bi Sûrîyê re peywendîyên xwe yên aborî xurt bike.

XS
SM
MD
LG