Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson bi daxuyanîyeke nivîskî, Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî û gelê wî welatî jiber serkeftina wan ya li Mûsilê pîroz kir.
Tillerson da zanîn ku têkçûna DAIŞ’ê ya li Mûsilê, di têkoşîna li dijî wê rêxistinê gaveke girîng e.
Tillerson dîyar kir ku Amerîka bi hêzên ewlekarî yên Îraqê û Pêşmergeyên Kurd serbilind e û bo kesên ku di operasyonan de jîyana xwe ji dest dane sersaxî xwest.
‘’DAIŞ’ê li Mûsilê bi awayekî hovane bi hezaran sîvîl kuştin, mizgeft, dibistan û nexweşxane wek cîhên bombeçêkirinê û enîyên şer karanîn. Vê dawîyê gava nêzîkî têkçûnê bûn Mizgefta el-Nûrî ya dîrokî û mînareya el-Hedba hilweşandin’’ Tillerson got.
Wezîrê Karên Derve dîyar kir ku Amerîka û koalîsyon û hikûmeta Îraqê ewê bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re bo vegera sîvîlan ku ji warên xwe derketine û jinûve çêkirina herêmên cengê yên Mûsilê bixebitin.
Tillerson bi berdewamî da zanîn ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, heta ku DAIŞ li Îraqê bi temamî diqede ewê alîkarîya bo hikûmeta wî welatî bidomînin.